Hejmara şehîdên bûyera li girtîgeha Kobanê bû 10

Girtiyê bi navê Mesûd Hemo Reşo, ku di encama şewata li girtîgeha Kobanê de giran birîndar bûbû, li nexweşxaneyeke Helebê jiyana xwe ji dest da. Bi şehadeta Reşo re, hejmara qurbaniyên vê rûdanê derket 10 kesan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Girtiyê bi navê Mesûd Hemo Reşo, ku di bûyera trajîk a li girtîgeha Kobanê de birîndar bûbû, li bajarê Helebê di nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin de, di saetên dereng ên şevê de şehîd bû.

Bûyera ku di 12’ê Îlonê de li girtîgeha Kobanê rû dabû, ji ber derketina şewatekê pêk hatibû. Di dema rûdana bûyerê de 9 girtiyan yekser jiyana xwe ji dest dabû û 17 girtî jî birîndar bûbûn.

9 şehîdên pêşîn ên vê rûdanê, roja Şemiyê (14’ê Îlonê) li bajarê Kobanê bi tevlêbûneke girseyî û bi merasîmeke mezin hatibûn oxirkirin. Birîndarê dawî Mesûd Hemo Reşo jî tevî hemû hewldanên bijîşkî yên li Helebê nehate rizgarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye