Dronek li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê ket xwarê

Îran careke din dron ber bi Başûrê Kurdistanê ve rê kir. Îro jî dronek li nêzî balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ket xwarê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li nêzîkî balafirgeha Hewlêrê, teqînên bi hêz deng vedan û ewrên tozê yên mezin bilind bûn.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşê, geştên hewayî hatin rawestandin.

Her wiha agir li derdora balafirgehê çêbûye.

Agirkuj li cihê buyerê dixebitin, da ku agir kontrol bikin.

Heta niha di derbarê birîndaran de ti agahî nehatin dayîn.

Amerîkayê êrîşî 20 bajarên Îranê kir

Ev êrîş jî di demekê de tê ku Amerîka şeva 13’an li pey hev êrêşî deverên cuda yên Îranê kir.

Hat eşkerekirin ku Îranê şeveke dijwar derbas kir.

Li gorî berpirsan û medyaya fermî ya Îranê di nava 24 demjimêrên borî de li nêzîkî 20 bajaran çend xal hatin armanckirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro ragihand ku ji destpêka êrîşên dawî yên Amerîkayê yên li ser Îranê ve 55 kes hatine kuştin û zêdetirî 600 kesên din jî birîndar bûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye