PFDK cezayên giran li Amedsporê ferz dike

Lijneya Disîplînê ya Futbolê ji ber ku derenceyan vala nehiştiye, cezayek giran li Amedsporê birî. Li gorî agahiyan, ev ceza ji ber ku ev cara sêyemîn e ku heman binpêkirin di sezonê de diqewime, hatiye birîn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Lijneya Disîplînê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (PFDK) biryara xwe ya der barê maça Amedspor û Konyasporê de ku di 17`ê cotmeha sala 2026`an de li Amedê di çarçoveya hefteya 8'emîn a Trendyol Sûper Lig de hat lîstin, eşkere kir.

Di daxuyaniya rêveberiyê de hat ragihandin ku li gorî xala 49/3 ya Rêziknameya Disîplînê ya Futbolê (FDT) 350,000 TL cezayê pereyan li Tîma Amed Sportif Faaliyetler hat birîn, ji ber ku di dema maça de derenceyan vala nehiştiye.

Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku ceza mafdar e ji ber ku ev kiryar di sezona sala 2026-2027`an de cara sêyemîn hatiye kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye