Geşedan û Aloziya li herêma Dêr Hafir ku Çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrişê sivalan û çeperên QSD'ê dikin, fikarên gurbûna şer li herêmê zêdetir dike.
Duh, Komên Çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê careke din gundê Zubeyda yê bajarokê Der Hafirê bombebaran kirin.
Derbarê vê êrîşê de, Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dexuyaniyek belav kir.
QSD: Li Dêr Hafirê şervanek şehîd bû û 4 zarok jî birîndar bûn
Di daxuyaniyê de hate ragihand ku duh komên girêdayî Hikûmeta Şamê bi 2 dronên xwekuj nuqteyeke hêzên me li herêma Dêr Hafirê bombebaran kir, di encamê de 2 şervan birîndar bûn, şervanekî birîndar gihîşt asta şehadetê.
Navendê diyar kir ku çekdaran bêserûber malên welatiyên gundê Zubeyde jî toparan kirin, di encamê de 4 zarok birîndar bûn.
QSD'ê ev êrîş bi awayekî hovane bi nav kir û got: "Armanca van êrîşan ew e ku tevlihevî û tirsê bixin nava welatiyan. Ev êriş rastiya komên Hikûmetê ku sûcên hovane yên weke qetilkirin û bombebarankirinê li dijî sivîlan dikin, eşkere dike.
Her wiha ev êrîş peymanên bi rêveberiya li Şamê re hatine kirin bin pê dike."
Paulo Sérgio Pinheiro: Peymana 10'ê adarê lawaz dibe
Pevçûn û aloziya li herêmê, rojeva Neteweyên Yekbûyî ye.
Herî dawiyê jî Serokê Komîsyona Lêkolîna Navneteweyî ya Serbixwe ya Netewên Yekbûyî li Sûriyê, Paulo Sérgio Pinheiro got ku peymana 10'ê Adarê ya di navbera rayedarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û Hêzên Sûrye Demokratîk de lawaz dibe.
Di raporeke devkî de ku di 60'emîn civîna Konseya Mafên Mirovan de hate pêşkêşkirin, Pinheiro destnîşan kir ku pevçûnên dawî tirsa ji nû ve destpêkirina tundûtûjiyê zêde dikin, ji ber ku bi hezaran endamên DAIŞ'ê hîn jî di bin çavdêriyê de ne.