Dewleta Îranê êrîşî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kir

Dewleta Îranê îro, di demjimêrên piştî nîvroyê de, careke din bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê Emced Husên Penahî behsa êrîşa Îranê ya li ser baregehên partiyê yên li Geliyê Alanê ya ser bi Hewlêrê ve kir.

Emced Husên Penahî da zanîn ku ev êrîş di demjimêr 01:30`an de pêk hat.

Husên Penahî lê zêde kir ku heta niha ti agahiyên fermî li ser hebûna qurbanî yan ziyanên canî tune ne.

Li gorî Komeleyê, ji destpêka şerê di navbera Îran û Amerîkayê de, hejmara giştî ya mûşek û dronên ku ji bo armanckirina kampên Komeleyê hatine bikaranîn, ji 102yan zêdetir bûye.

Di êrîşên Îranê de, heta niha zêdetirî 30 kesî jiyana xwe ji dest daye, ku hin ji wan sivîl in û yên din jî Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye