Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Ozgur Faîk Erol di şandeyê de cih digirin.
Şandeya Partiya DEM'ê hevdîtina xwe ya herî dawî bi Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re di 17ê Çileyê de li Îmraliyê pêk anî bû.
Ev civîn, piştî êrîşên komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û gefên Sûriyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk hat.
Şandeya Îmraliyê, piştî hevdîtinê ragihandibû ku Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan nakokî û zêdebûna rageşiyê li Sûriyê wekî "hewldanekê ji bo têkbirina pêvajoyê" dibîne.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku piştî mutabaqata 29'ê çileya 2026'an ku di navbera Hikûmeta Demkî a Sûriyê û Rêveberiya Xweser de pêk hat û şûnde wê îro bi Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtên pêk were.