Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji projeya neteweyî ragihand û got ku wê ev proje navendên biryardanê yên cîhanê bixe tevgerê.
Bi dûrişmeya `Yek e Yek e, Gelê Kurd Yek e` li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê 200 kesayetên cûda ji bo yekîtiya gelê Kurd projeya neteweyî hat destpêkirin.
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê, bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji projeya neteweyî ragihand.
Daxuyaniya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê wiha ye:
“Em wekî berpirsiyariyeke neteweyî, piştgirî didin banga ‘Neteweyek Yekbûyî, Çarenûseke Hevpar.
Projeya Lihevkirina Neteweyî dê navendên biryardanê yên cîhanê bixe tevgerê.
Em helwesta hestiyar û berpirsiyar a nivîskar, ronakbir, akademisyen û çalakvanên civaka sivîl bilind dinirxînin.
“Ji bo avakirina siyasteke hevpar a Kurdî îro ev erkeke neteweyî ye”
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji ber ku herêm di pêvajoyeke şer û guherînê re derbas dibe.
Ev rewş, bi awayekî rasterast û nerasterast bandorê li rewşa Kurdistanê dike.
Di warê çareserkirina pirsgirêkan, encamên şer, serdema piştî şer û geşedanên siyasî yên li herêmê diqewimin, ji bo avakirina siyaseteke hevpar a Kurdî îro ev proje erkeke neteweyî ye.”
“Divê dawî li parçebûna siyasî were anîn”
Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em hêvî dikin ku ev xebata berhemdar berdewam bike û bibe bingehekî xurt ji bo hevkariya neteweyî.
Di vê serdema dîrokî û krîtîk de em bang li partiyên siyasî yên li Kurdistanê dikin da ku di navenda xebatên siyasî yên hevpar bin.
Divê berjewendiyên giştî bikevin pêşiya berjewendiyên taybet û yên partiyan û dawî li perçebûna siyasî were anîn.