Li Semsûrê pira Cendereyê bi heybeta xwe balê dikişîne

Pira Cendereyê yek ji pirên herî biheybet ên Bakurê Kurdistanê ye. Ew ji serdema Împeratoriya Romayê maye. Temenê wê pir mezin e, lê dîsa jî li hember demê bi hemû heybeta xwe li ber xwe dide.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navê vê pirê ''Pira Cendereyê'' ye.

55 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e. 

Tê texmînkirin ku Pira Cendereyê di navbera salên 198 û 200'î yên piştî zayînê hatiye avakirin. 

Ev pira dîrokî ku bi xweşikbûna xwezayê re bêtir bala mirovan dikşîne, navçeyên Kolik û Sincikê yên Semsûrê bi hev ve girê dide. 

Semsûr bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku li herêma Ferata Navîn cih digire, ji ber pozîsyona xwe ya erdnîgarî di dirêjahiya dîrokê de bajarekî stratejîk e.

Ev bajar weke muzeyeke vekirî, mazûvaniya nêzîkî 300 cihên dîrokî û çandî dike, ev cih jî jixwe nûnertiya şaristaniyên cihêreng dikin. 

Hat ragihandin ku di dema desthilatdariya Împeratorê Romayî Septimius Severus de hatiye çêkirin.

Lê belê li hemberî demê li ber xwe dide.

Wekî yek ji pirên kevnar ên cîhanê ku ji bo demeke ewqas dirêj xizmeta çûnûhatina wesayîtan kiriye, Pira Cendereyê bi hemû heybeta xwe li ser pêyan e.

Li derketina Pira Cendereyê, du stûnên ku nûnertiya kurên împarator Caracalla û Geta dikin, hatine danîn.

Lê belê, piştî mirina împarator, di navbera kurên wî de ji bo bidestxistina text şerekî desthilatdariyê derket; ev pevçûn bi kuştina Geta bi dawî bû.

Caracalla piştî ku di têkoşîna ji bo text de bi ser ket, da ku ew stûna ji bo Geta hatibû çêkirin were hilweşandin; lewma îro li ser pirê tenê sê stûn mane.

Pira Cendereyê ku di nava Parka Neteweyî ya Çiyayê Nemrûdê de ye, di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire.

Pir, her sal, ji aliyê bi hezaran geştyarên navxweyî û navneteweyî ve tê ziyaretkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye