Li gorî daneyên medyaya Îsraîlê ew kesên girtî ji bo lêpirsînê derbasî Îsraîlê hatnie kirin.
Di heman demê de, Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku 49 Sûrî di bin çavdêriya Îsraîlê de ne.
Rojnameya "Yedîot Ahronot" liser navê berdevkê artêşa Îsraîlê vegot ku hêzên wan li başûrê Sûriyê operasyon pêk anîne û kesên gumandarin ku beşdarî çalakiyên li dijî Îsraîlê bûne girtine.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku hin kesên girtî, piştî eşkere bû ku ew ne sûcdarin, hatine berdan.
Li gorî îfadeya hin girtiyên berê yên, artêşa Îsraîlê dema binçavkirina hin girtiyan dirêj dike û êşkence û muameleya xerab li wan dike.