Amedspor û Konyaspor dê îro seat 16:00 werin beranberî hev

Amedspor di hefteya 8'emîn a Sûper Ligê de mazûvaniya Konyasporê dike. Ne tenê li Amedê, lê li tevahiya aliyên Kurdistanê çavê alîgirên Amedsporê li vê maçê ye û ew li bendê ku Amedspor serkeftineke nû tomar bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Amedspor, ku niha di Trendyol Super Lîga a de bi 14 puanan di rêza 3'yemîn de ye, îro saet 16:00an de li Stadyûma Diyarbakirê dê bi Konyasporê re bilîze.

Amedspor, ku hefteya borî ji ber gola deqeya dereng li dijî Gençlerbirligiyê puan winda kir.

Her wiha armanc dike ku li ber çavên temaşevanên xwe bi ser bikeve da ku li pey rêza yekem biçe.

Maç dê ji hêla hakem Ozan Ergûn ve were birêvebirin.

Amedspor armanc dike ku li hemberî Konyasporê bi ser bikeve

Bi armanca parastina cihê xwe di rêzên jorîn ên lîgê de, Amedspor dê ji bo 3 puanan li dijî Konyasporê derkeve vê maçê.

Tîma kesk-sor dixwaze hem windakirina du puanên hefteya borî telafî bike û hem jî bi serkeftinek li malê îdiaya xwe di pêşbirka şampiyoniyê de xurt bike.

Amedspor û Konyaspor dê di ligîde cara yekem bên gel hev.

Her wiha Konyaspor jî heta niha 10 puan bi dest xistiye û di rêza 10'emînde cîh digirê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye