Arjantîn û Swîsre di tûra çaryekfînalê ya Kûpaya Cîhanê de hatin gel hev.
Di deqeya 10'emîn a maçê de Alexis Mac Allister gola avêt û Arjantîn xist pêş.
Nîva yekem bi pêşengiya Arjantînê 1-0 bi dawî bû.
Dan Ndoye endoye di deqeya 67'an de gola wekhevkirinê tomar kir û encam bû1-1.
Di pevçûneke di navbera Leandro Paredes û Breel Embolo de, pêşî karta zer nîşanî Paredes da.
Dûv re hakem bûyer li ser VAR nirxand û dît ku Embolo xwe avêtiye erdê.
Di deqeya72'an de, karta zer a Paredes hate betalkirin û karta zer nîşanî Embolo hate dayîn.
Embolo karta zer a duyemîn wergirt, di encamê de karta sor lê hat dayîn û Swîsre bi 10 lîstikvanan hişt.
Di dema asayî de golên din nehatin avêtin û lîstik çû dema zêde.
Lautaro Martinez di deqeya 120+1an de pêşengî du qat zêde kir
Di deqeya106'an de, Cristian Romero, ku ji ber birîndarbûnê nekarî berdewam bike, li şûna wî Otamendi derbasî lîstikê bû.
Julian Alvarez di deqeya112'an de bi golek şêwazdar ji derveyî qada penaltîyê Arjantînê dîsa xist pêş.
Lîstikvanê Arjantînê, Lautaro Martinez di deqeya 120+1an de pêşengî du qat zêde kir.
Arjantîn piştî dema zêdekirinê Swîsre bi 3-1 têk bir.
Tîma Lionel Scaloni dê di nîvfînalê de bi Îngilîstanê re rûbirû bimîne.
Swîsre, ku piştî 72 salan cara yekem gihîşt çaryekfînala Kûpaya Cîhanê, ji turnuvayê hate derxistin.