Fatima Zahra Mansûrî bû seroka Hikûmeta Mexribê

Siyasetmedar û parêzera Mexribî Fatima Zahra Mansûrî, bû seroka hikûmeta nû ya Mexribê û dest bi kar kir. Ajansa fermî ya nûçeyan a Mexribê ragihand ku Qiral Muhemmed, Fatima Zahra Mansûrî wek Serokwezîra nû ya welêt erkdar kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ajansa fermî ya nûçeyan a Mexribê ragihand ku Qiral Muhemmed VI, siyasetmedar û parêzera Mexribî Fatima Zahra Mansûrî wek Serokwezîra nû ya welêt tayîn kiriye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Qesrên Qiraliyetê, Protokol û Xemilandinan, Fatima Zahra Mansûrî, ku koordînatora serokatiya kolektîf a Partiya Rastbûn û Modernîteyê ye, li gorî xala 47’an a Destûra Mexribê wek Serokwezîr hatiye tayînkirin.

Her wiha, Qiral Muhemmed VI erkê avakirina hikûmeta nû jî daye wê.

Ev tayînkirin piştî hilbijartinên parlemanî yên dawî yên Mexribê tê, ku tê de Partiya Rastbûn û Modernîteyê 97 kursiyên Parlamentoyê bi dest xistine.

Mîtînga Neteweyî ya Serbixweyan bi 66 kursiyan di rêza duyemîn de cih girt, li dû wê Partiya Îstîqlal bi 65 kursiyan û Partiya Edalet û Geşepêdanê bi 54 kursiyan hatin.

Li Mexribê Fatima Zahra Yekem Jin E Dibe Serokwezîr

Li gorî biyografiya ku Ajansa Nûçeyan a Mexribê weşandiye, Fatima Zahra Mansûrî ji sala 2021’an heta 2026’an wek Wezîra Plansaziya Neteweyî, Pêşvebirina Bajarî, Xanî û Siyaseta Bajarî xebitiye.

Wê xwendina xwe ya mafnasîyê li gelek zanîngehên navdar domandiye.

Di 22’ê Adara 2005’an de dest bi karê parêzeriyê kiriye û bûye endama Baroya Marrakeşê.

Mansûrî di navbera salên 2011’an û 2016’an de wek parlamenter xebitiye.

Her wiha, ji sala 2015’an heta 2024’an seroka Konseya Neteweyî ya partiyê bû û di navbera salên 2016’an û 2021’an de careke din ji bo Parlamentoyê hat hilbijartin.

Di heman demê de, ji sala 2021’an vir ve wek Seroka Meclîsa Bajarê Marrakeşê jî kar kiriye.

Di sala 2024’an de, ew bû koordînatora serokatiya kolektîf a Partiya Rastbûn û Modernîteyê.

Di sala 2024’an de, kovara Forbes, Mansûrî di nav 20 jinên ciwan ên herî bi bandor ên Afrîkayê de bi nav kir.

Bi tayînkirina wê, dikeve qonaxeke nû ya kariyera xwe ya siyasî û dê berpirsiyariya avakirina hikûmeta nû ya Mexribê hilgire ser milên xwe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye