Di êrîşek li Hewlêrê de 6 Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 45 jî birîndar bûn

Vê sibê komên çekdar ên Îraqê bi dron û mûşekan êrişî hêzeke pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di encama êrişê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 45 jî birîndar bûn.

Êrîşên komên çekdar ên nêzî Îraqê yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de duh bi şev gelek caran êrîşî Başûrê Kurdistanê hate kirin.

Danê siharê jî bi mûşek û dronan êrişî baregeha tabura 7’an a hêzên 80’î ya hêza Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê hate kirin. 

Êrîş li sînorê Xelîfan a bi ser Îdareya Serbixwe ya Soranê ya parêzgeha Hewlêrê pêk hat.

Li gorî agahiyên ber destê me, di encamê de 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 45 jî birîndar bûne. 

Piştî êrîşê pêşmergeyên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Nasnameya pêşmergeyên ku jiyana xwe ji dest dane eşkere bûn û nasnameyên wan wiha ne:

Ramîn Adil, Şehab Bêxşaşî, Rêber Ebdula, Zikrî Bêxşaşî, Piştîwan Mela Mûsa, Keywan Muzefer

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye