Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD)`ê di civînê de, beşdaran rewşa ewlehiyê ya heyî û mekanîzmayên pêşxistina amadekariya leşkerî nirxandin.
Her wiha awayên xurtkirina hevkariya di navbera meclisên leşkerî û yekîneyên şer de nîqaş kirin.
Di heman demê de awayên başkirina rewşa ewlehiyê û pêşîgirtina tevgera çeteyên DAIŞ`ê jî hatin nirxandin.
Beşdaran biryar da ku ji bo pêşxistina şervan û fermandarên leşkerî bernameyên perwerdeyê yên pêşketî werin pêkanîn.
Di dawiya civînê de jî , Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê piştrast kir ku armanca wan a sereke şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û parastina ewlehî û aramiya Dêrazorê ye.