Êrîşî kampeke navçeya Koye ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hat kirin

Li Başûrê Kurdistanê bi dronên xwekuj êrîşî Kampa Zewî Spî ya li sînorê navçeya Koye ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agaihyan êrîş bi dronê li ser malekê pêk hatiye.

Hate ragihandin ku ji ber êrîşê 3 kes birîndar bûne.

 

Baregeha Heşdî Şebiyê hat bombebarankirin

 

Baregeha Heşdî Şebî ya li Kampa Seqirê hat bomberankirin.

Berpirsekî Heşdî Şebiyê ragihand ku beriya niha bi demekê, Kampa Seqir a li Bexdayê çend caran hat bombebarankirin.

Li gorî gotina wî Heşdî Şebiyê tîm çûne cihê bombebaranê û ti ziyanên canî û birîndaran tune ne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye di nava rojê de sê caran bi dronan êrîşî Hewlêrê hate kirin.

Her sê êrîş jî bi sîstema parastina esmanî hatin tinekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye