3 kesên ku konê şînê yê Elaa El Emîn şewitandin, hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da, tê de hat gotin ku 3 kesên ku destên wan di şewitandina konê şînê yê Elaa El Emîn de hene, hatin girtin û wê encamên lêpirsînê bên parvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş derbarê şewata konê şînê yê Elaa El Emîn de daxuyanî da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rojava di daxuyaniyekê de eşkere kir ku kesên ku destên wan di şewitandina konê şînê yê Elaa El Emîn de hebûn, hatin girtin.

Daxuyaniya Asayîşê wiha ye:

"Li ser bingeha pabendbûna parastina nirxên edaletê, me di 10'ê Adarê de ragihand ku me komîteyeke lêpirsînê ava kiriye ku bi zelalî şert û mercên mirina Elaa El mîn bişopîne.

Lê dema ku komîte dest bi karê xwe dikir, komeke kesan ji bo ku tevliheviyê çêbikin konê şînê şewitandin.

Kesên girtî niha di lêpirsînê de ku ajoyên hiştine wî karî bikin û kesên li pişt wan werin eşkerekirin.

Gava lêpirsîn bi dawî bibe em ê encamên lêpirsînê bi raya giştî re parve bikin û girtiyan ji dadgehê re rakin ku cezayên xwe bistînin."

Di dawiya daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş de wiha hat gotin:

"Em soz didin gelê xwe ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) wê li gorî sîstem û qanûnên ku li ser hatiye avakirin ji bo parastina rûmet û aramiya civakê parastî bimîne her li ser piyan bin."

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye