Mucteba Xameneyî: Em ê tolê hilînin

Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, di peyama xwe ya yekem de ji dema ku dest bi kar kiriye, îdîa kir ku welatê wî planên parçekirina Îranê têk biriye. Her wiha Mucteba Xameneyî peyama gûrkirin û berdewamiya şer ragihand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê Olî yê nû yê Îranê Mucteba Xameneyî, piştî ku dest bi erka xwe kir daxuyaniya xwe ya yekem da.

Mucteba Xameneyî di daxuyaniya xwe de got: "Me rê li ber hewildana perçekirina welêt girt.

Bila hemû gelê me bibe yek. Ez we piştrast dikim ku em dev ji tola xwîna şehîdan bernadin.

Her kesek ku ji vê gelî şehîd dibe, ji bo tolhildanê dosyeyeke serbixwe ye, bi taybetî jî xwîna zarokên me yên li Dibistana Şecereya Teyîbeyê ya Mînabê."

Lê belê, Xameneyî amadebûna xwe ya ji bo avakirina têkiliyên dostane û semîmî bi hemî cîranên xwe re anî ziman.

Mucteba Xameneyî zêde kir ku Îran dê berdewam be li ser hedefgirtina baregehên Amerîkî li welatên cîran.

 

Xameneyî: Divê Tengava Hurmuzê girtî bimîne

 

Her wiha Xameneyî tekez kir ku divê Tengava Hurmuzê girtî bimîne û Îran wê tola sûcên ku ji hêla dijmin ve hatine kirin, hilîne.

Mucteba Xameneyî spasiya xwe ji bo Hûsiyan, Hizbulaha li Lubnanê û aliyên Îraqî anî ziman û welatên eniya berxwedanê, beşek yekgirtî ya "projeya Îranê" bi nav kir.

Her wiha, Xameneyî gef xwar ku ger rewşa şer berdewam bike, ew ê eniyên din jî çalak bike û destnîşan kir ku wî lêkolîn kiriye da ku eniyên din ên ku dijmin tê de bê ezmûn e, veke.

Her wiha Xameneyî behs kir ku wî bi rêya televîzyonê ji tayînkirina xwe wekî rêber agahdar bûye.

Hêjayî gotinê ye ku piştî mirina rêberê berê, di 28'ê Sibatê de, di êrîşên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê de, li ser baregeha wî ya li paytexta Îranê Tehranê, di 9'ê Adarê de, Mucteba wekî Rêberê Bilind ê nû yê Îranê hate ragihandin.

 

Armanca Îsraîlê ya nû Mucteba Xameneyî ye

 

Îsraîl hîn jî bi israr dixwaze serokên Îranî bikuje, bi taybetî jî Serokê Bilind ê nû, Mucteba Xameneyî, kurê Serokê Bilind ê kuştî Elî Xameneyî.

Li gorî Kanala 12 a Îsraîlî, çavkaniyeke ewlehiyê ya Îsraîlî piştrast kir ku Mucteba dibe ku bibe armanca kuştinê.

Mucteba Xameneyî di êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de birîndar bûbû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye