Qanûna Çarçoveyî di encama dengdayinê de hat qebûlkirin

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di Desteya Giştî ya Meclisê de di encama deng dayinê de derbas bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku ji 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisa Tirkiyê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin.

Bi tevahî 562 parlamenteran 468 parlamenteran bi awayekî erê deng dan û qanûna çarçoveyî bi 468 dengan hat qebûlkirin.

88 parlamenteran bi awayekî neyînî deng dan û 6 kesan jî ne neyînî û ne jî erênî deng dan.

Her wiha qanûn dê piştî rapora teyit û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ji aliye Serokkomar ve bikeve meriyetê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye