Operasyonên li hemberî şaredariyên CHP'ê didomin

Operasyonên li hemberî CHP'ê bi hemû leza xwe didomin, duh şaredariya Eşmeyê bû, îro jî şaredariya Ataşehîrê bû.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di operasyona li dijî şaredariya Ataşehirê ya li Stenbolê de, 18 kes tevî Şaredar Onursal Adiguzel, bi tohmeta bertîl, avakirina rêxistineke sûc û sextekariya îhaleyê hatin girtin.

Hat ragihandin ku ji bo du kesên din jî fermana girtinê hatiye dayîn.

Şaredarê Eşme Yilmaz Tuzan û hevjîna wî jî hatin binçavkirin

Operasyoneke din jî duh li dijî Şaredariya Eşmeyê ya navçeya Uşakê hatibû kirin. Di çarçoveya lêpirsînekê li Eşmeyê, tevî Şaredar Yilmaz Tuzan û hevjîna wî 5 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînekê ku ji hêla Serdozgeriya Giştî ya Eşmeyê ve tê meşandin, ji bo Şaredar Yilmaz Tuzan û hevjîna wî Burcu Tuzan û 3 kesên din fermana girtinê hat dayîn.

Di lêgerîna Şaredariya Eşmeyê de ji hêla tîmên polîsan ve, hin materyalên dîjîtal hatin desteserkirin. Lêgerîna kesekî hîn jî berdewam dike.

Ji 32 şaredariyên CHP'ê 6 şaredarî rastî operasyonan hatine

Her wiha ji 32 şaredariyên ku di 31'ê Adara 2024'an de ji hêla CHP'ê ve hatine qezenckirin, 6 şaredarî rastî operasyonên ewlehiyê hatine û şaredarên wan hatine girtin an jî hatine binçavkirin.

Li Stenbolê jî ji 26 şaredariyên ku ji hêla CHP'ê ve hatine qezenckirin, şaredarên 11'an hatine girtin, ji bo du şaredariyan qeyûm hatine tayînkirin û 3 şaredarî ji Partiya Edalet û Geşepêdanê hatine veguheztin.

Operasyona li dijî Partiya Komarî ya Gel, 6 bajar û zêdetirî 20 şaredariyan girtine nav xwe.

Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di 23'ê adara 2025'an de.

Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê Muhittin Bocek di 5'ê tîrmeha 2025'an de.

Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê Zeydan Karalar di 8'ê tîrmeha 2025'an de û Şaredariya Bajarê Mezin a Boluyê Tanju Ozcan di 2'ê adara 2026'an de hatine girtin.

Karalar, paşê serbest hate berdan.

Şaredariya Bajarê Mezin a Adiyamanê Abdurrahman Tutdere di 2'ê tîrmeha 2025'an de hate girtin û paşê bi çavdêriya dadwerî hate berdan.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Uşak Ozkan Yalım di 30'ê adara 2026'an de û Şaredariya Bajarê Mezin a Bursayê Mustafa Bozbey di 4'ê nîsana 2026'an de hatine girtin.

Herî dawiyê jî serokên şaredariyên Eşme û Ataşehîr jî hatine girtin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye