Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û rêjîma Îranê de her ku diçe gûrtir dibe.
Ev şer bandorek mezin li ser Başûrê Kurdistanê û Îraqê jî dike.
Duh bi şev piştî pêla êrîşên li ser Hewlêrê û Silêmaniyê, herî kêm şeş êrîşên din li ser Hewlêrê hatin kirin û zerera êrîşan nehate zanîn.
Li gorî agahiyan, sê teqînên din li nêzî Balafirxaneya Hewlêrê hatine bihîstin, ku tê payîn êrîşên dronanan ji hêla pergalên parastina hewayî ve hatine têkbirin.
Hûrguliyên zerera ku ji ber êrişan çêbûye nehate zanîn.
Her wiha duh bi şev bi droneke kamîkaze êrîş li ser Otêl Dîvan ya li Hewlêrê û Fermandariya Hêzên 70’ê (hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNK’ê) ya li Silêmaniyê hate kirin.
Heta vê kêliyê ziyanên canî û madî yên êrişan nehate zanîn.
Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê 20 çekdarên Heşdî Şebiyê hatin kuştin
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Îraqî ragihand ku di êrişeke asmanî ya li ser baregeheke Heşdî Şebiyê ya li qezaya Qaimê ya li rojavayê Enbarê 20 çekdar hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.
Baregeha Heşdî Şebî ya li Kerkûkê hate bombebarankirin
Li gorî agahiyan duh derengiya şevê baregeha hêzên Heşdî Şeebî ya li nêzî balafirgeha Kerkûkê jî hatiye bombebarankirin.
Nehate zanîn ku êrîş bi rêya muşekê yan jî dronê hate kirin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin, di encama bombebaranê de 2 kes birîndar bûne.
Li besreyê êrîşî 2 keştiyên petrolê hat kirin
Li nav ava herêmî ya Îraqê ya nêzîkî Bendera Basrayê jî êrîşek li 2 tankerên petrolê hatiye kirin.
Li gorî medyaya xwecihî ya Îraqê, di encama êrîşê de yek ji wan tankeran şewitî.
Dîmenên ku tê îdiakirin ên dema şewatê ne, li ser torên dijîtal hatin belavkirin.
Hat ragihandin ku keştiyeke Îraqê çûye cihê bûyerê û heta niha nêzîkî 20 kes ji nav keştiya ku dişewite, rizgar kirine.
Heta niha nehatiye zanîn ka kîjan alî êrişê pêk aniye.
Rayedarên Îraqê derbarê bûyerê hîn tu daxuyanî nedane.