Real Madrîd duh di maça yekem a tûra 16'emîn a Lîga Şampiyonan de li hember Manchester City serkeftinek bi encama 3-0 bi dest xist.
Maça di navbera taxima Real Madrîd û Manchester City li stadyoma Santiago Bernabeu hate lîstin.
Maç ji hêla herdu taximan bi kelecanek mezin destpêkir lê Real Madrîd avantajek girîng bi dest xist.
Real Madrîd bi saya stêrkê xwe Federico Valverde ku sê golên di xulekên 20,27 û 42'an tomar kir serkeftinek bi destxist.
Her wiha baskê Real Madrîd Vinicius Junior di xuleka 58'an de penaltiyek ji dest da.
Maça duyem dê roja Sêşemê ya bê li Manchesterê were lîstin.
PSG mêvanê xwe Chelsea bi encama 5-2 têk bir
Li aliyek din jî Paris Saint-German mazûvaniya Chelsea kir û wan bi encama 5-2 têk bir.
Di xuleka 10'an de ji hêla lîstikvanê taxima PSG Bradley Barcola ve perdeya golan hat vekirin.
Lê di xuleka 28'an de lîstikvanê taxima dijber Malo Gusto golek avêt û encam wekhev kir.
PSG performansa xwe xurt kir û Ousmane Dembélé dîsa di xuleka 40'î de golek avêt û taxima xwe xist pêş.
Destpêka nîvê duyem destpê kir di xuleka 57'an de lîstikvanê taxima dijber Enzo Fernández dîsa encama maçê wekhev kir.
Lê encama maçê wisa nema dîsa lîstikvanê PSG daktin qadê Vitinha di xuleka 74'an de gola sêyemîn tomar kir.
Di heman demê de ji hêla hevkarê wî Khvicha Kvaratskhelia ve di xulekên 80'ê û 90+4'an de du gol qezenc kirin.
Di heman demê de du maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne:
Leverkusen - Arsenal : 1 - 1
Bodo Glimt - Sporting : 3 - 0
Maçên play-off'ê hê jî berdewam dikin di 17 û 18'ê adarê de dê 8 maç werin lîstin
Di 17'ê adarê de wê 4 maç werin beramberî hev ew jî wiha ne:
Di 17'ê Adarê de wê 4 maç werin lîstin. Maç jî ev in:
20:45 : Sporting - Bodo Glimt
23:00 : Manchester City - Real Madrid
23:00 : Chelsea - Paris Saint-Germain
23:00 : Arsenal - Leverkusen
Di 18'ê darê de jî wê 4 maç werin lîstin ew jî wiha ne:
Di 18'ê Adarê de jî wê 4 maç werin lîstin. Maç jî ev in:
20:45 : Barcelona - Newcastle United
23:00 : Liverpool - Galatasaray
23:00 : Tottenham - Atletico Madrid
23:00 : Bayern Munich - Atalanta Bergamo