Braga li hemberî Freiburgê serkeftinek bi dest xist

Di çarçoveya nîvfînala Lîga Ewropayê de duh tîma Braga li hemberî Freiburgê serkeftinek bi encama 2-1 bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Tîma Bragayê di nîvfînala Lîga Ewropayê de li hemberî Freiburgê bi encama 2-1 bi ser ket û di maça yekem a nîvfînalê de serkeftineke mezin bi dest xist.

Demir Teknaz di deqeya 8'an de perdeya golan vekir û tîma xwe xist pêş.

Piştre lîstikvanê tîma dijber Vincenzo Grifo di deqeya 16'an de gola wekheviyê tomar kir.

Herdu tîman gelek hewildan ku golan qezenç bikin. Lê di encamê de Braga tenê golek avêt.

Ew gol jî ji hêla lîstikvanê tîma Braga Mario Dorgeles ku di deqeya 90+2'an de avêt û serkeftin ji bo taximê xwe misoger kir.

Maça duyem jî dê di 7'ê Gulanê de bê lîstin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye