Infantino: Piştî mondiyala 2026'an, ez ê serdana Şamê bikim

Civînek li Kanadayê, bi beşdarbûna Serokê FIFA'yê Gianni Infantino li gel şandeyek ji fedrasyona Futbolê ya Sûriyê, hate lidarxistin. Tê de infantino piştrast kir ku piştî mondyala 2026'an dê serdana Sûriyê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) Gianni Infantino ligel şandeya Federasyona Futbolê ya Sûriyê bi serokatiya Serokê Federasyonê Fîras Tît, li kêleka Kongreya FIFAyê li Kanadayê civînek pêk anîn.

Di civînê de, Fîras Tît vexwendineke fermî pêşkêşî Infantino kir, ji bo ku serdana Sûriyê bike.

Piştî ku dosyayeke berfireh der barê qebareya zirarên ku gihîştine saziyên werzîşê de û hewcedariya lezgîn a piştgiriya FIFA'yê ji bo nûjenkirina yarîgehan û binesaziyê û pêşxistina lîstikê nîşan da.

Ji aliyê xwe ve, Infantino tekez kir ku Federasyona Navneteweyî amade ye ku piştgiriyeke tam bide Federasyona Sûriyê.

Ev piştgirî pêşxistina yarîgehan, bilindkirina asta pêşbirkên navxweyî û girîngîdayîna bi komên temen biçûk re li xwe digire, û biryara xwe ya serdana Sûriyê di heyama bê de piştî bidawîbûna Mondiyala 2026'an ragihand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye