Maça di navbera Thunder û Timberwolves de li stadyoma "Paycom" a bajarê Oklahoma hate lîstin.
Di maçê de Shay performansek xurt kir di encamê de 20 pûan tomar kirin, 10 asist û sê rebound zêde kirin.
Shay yê 27 salî ji 22 hewildanên navîn tenê 7 avêtin, lê wî piştgiriyek xurt ji hevkarên xwe wergirt, ku 61 pûan tomar kirin, ji wan puanan 20 puan ji Isaiah Gow û 17 puan ji Alex Caruso re bûn.
Bi vê serkeftinê Oklahoma City Thunder bi 53 serkeftin û 15 têkçûnan pêşeng e, 3 puan û nîv li pêşiya San Antonio Spurs ên di rêza duyemîn de ne.
Li aliyekî din jî Minnesota Timberwolves bi rekora 41 serkeftinan û 27 têkçûnan daket rêza 6'emîn.
Julius Randle ji bo tîma xwe ya bi bin ket bi 32 puanan derket pêş, Anthony Edwards 19 puan û lîstikvanê yedek Ayo Dosonmo jî 18 puan zêde kirin.
Minnesota di vê sezonê de du ji sê lîstikên xwe yên berê li dijî Oklahoma City qezenc kiribû.
Her wiha dikarîbû cara 3'emîn jî wan têk bibe, lê piştî ku di nîva yekem de bi rêjeyek teng a 53-47 pêşeng bûn, lê di nîvê duyemîn de nikarîbûn avantaja xwe biparêzin.
Thunder di çaryeka sêyemîn de bi 33 xalan li hember 23 xalên dijberê xwe cudahî kêm kir, berî ku di çaryeka dawî de bi 9 xalan ji taxima mêvan pêşdetir bike.