Ferland Mendy heta demeke din dê nelîze

Rahênerê Real Madrîdê Alvaro Arbeloa, eşkere kir ku stêrkê taximê wî Ferland Mendy ji ber birîndarbûna wî di maça li hemberî Manchester City dê heta demekê, dûrî qadê be.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Lîstikvanê navneteweyî yê Fransî Ferland Mendy, di dema serkeftina 3-0 ya Real Madrîdê li hember Manchester City di maça yekem a tûra 16'an a Lîga Şampiyonan de neçar ma ku ji qadê derkeve.

 

Rahênerê Real Madrîdê Alvaro Arbeloa, di derbarê birîndariya Ferland Mendy de axivî û got:

 

"Mendy, piştî ku di maça playoffê ya li dijî Manchester City birîndar bû ji qadê hat derxistin.

 

Dê di maça lîgayê ya bê de û dibe ku maçên din jî nelîze heta ku ji vê birîndariyê rehet bibe û rewşa wî ya tendûristî were zelal kirin."

 

 

"Mendy baş xuya nake"

 

 

Arbeloa berdewam kir: "Em hîn cewherê rastîn ê birîndariyê nizanin, lê Mendy baş xuya nake."

 

Mendy di çend hefteyên dawî de tevî ku birîndar bû jî lê roja Înê ya borî li dijî Celta Vigo vegeriya lîstikê.

 

Piştî ku Mendy vegeriya lîstikê Arbeloa ji Movistar re got:

 

"Ez hewildanên wî teqdîr dikim, Piştî nebûnek ewqas dirêj, dayîna du maçan ji wî re xeter bû.

 

Ne îdeal bû, lê min ew xeter girt û ez performansa wî teqdîr dikim."

 

Real Madrîd, roja şemiyê di La Ligayê de, dê mazûvaniya Elche bike û piştre jî roja sêşemê ya bê ji bo maça duyemîn a Lîga Şampiyonan dê biçe Manchesterê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye