Serokê Amerîkayê Donald Trump, tevî aloziyên siyasî yên berdewam yên di navbera herdu welatan de, bi bêdengî razîbûna xwe ya ji bo beşdarbûna Îranê di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, nîşan da.
Trump di bersiva pirsekê li ser şîroveyên Serokê FIFA'yê Gianni Infantino yên li ser vê mijarê de, ji rojnamevanan re wiha got:
'Ez difikirim ku divê em bihêlin ew bilîzin'
"Eger Infantino wisa gotibe, ez aciz nabim, Ez difikirim ku divê em bihêlin ew bilîzin."
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê, ku Infantino di axaftina xwe ya vekirinê ya roja Pêncşemê de, li Kongreya FIFA'yê dubare kir ku Îran dê maçên xwe di Kûpaya Cîhanê ya 2026'an de, li ser axa Amerîkayê bilîze.
Daxuyaniya Trump dawî li nakokiyên berfireh ên li ser çarenûsa Îranê di Kûpaya Cîhanê de anî.
Bi taybet piştî ku nûnerekî payebilind ê rêveberiya Amerîkayê, berê daxwaza derxistina taximê Îranê û guhertina wê bi taximê Îtalyayê re kiribû, ji bo cara sêyemîn li pey hev nekarîbû bigihîje fînala Kûpaya Cîhanê.
Îran bi fermî ji bo pêşbirkê mafdar bûye
Hêjayî gotinê ye, ku taximê neteweyî yê Îranê bi fermî wekî yek ji taximên nûnertiya Konfederasyona Futbolê ya Asyayê ji bo pêşbirkê mafdar bûye.
Pişka Kûpaya Cîhanê, dê di 11'ê Hezîranê de dest pê bike û di 19'ê Tîrmeha 2026'an de biqede.