Maça di navbera Erokspor û Bodrumspor de, bi encama 4-3 bi serkeftina Erokspor bi dawî bû.
Di xuleka 10'an de ji hêla lîstikvanê Erokspor ve Larry Kayoda bi penaltiyekê skor hat vekirin.
Piştre di xuleka 15'an de ji hêla lîstikvanê taxima dijber Ali Habesoglu gola wekheviyê hat avêtin.
Di xuleka 29'an de jî lîstîkvan Dino Hotic gola duyemîn ya taxima xwe tomar kir
Lê lîstikvanê taxima Erokspor Olarenwaju Kayode zû bersiv da, di xuleka 45+3'an de gola wekheviyê qezenc kir.
Di nîvê duyem di xuleka 53'an de lîstikvanê Bodrumspor Dino Hotic bi kerta sor ji qadê hat derxistin.
Piştre taxima Erikspor performansa xwe xurt kir, dîsa Olarenwaju Kayode vegeriya qadê û bi penaltiyekê gola sêyemîn tomar kir.
Beriya ku maç bi dawî bibe Hamza Catakovic gola 4'emîn û ya serkeftinê avêt.
Dîsa lîstikvanê taximê dijber Taulant Severe di xuleka 90+8'an de golek avêt, lê di encamê de bi bin ket.
Boluspor bi du golan li hemberî golekê Igdir fk têk bir
Li aliyek din jî maça di navbera taxima Boluspor û Igdir Fk bi encama 2-0 bi serkeftina Boluspor qediya.
Di nîvê yekem de Arda Usluoglu gola yekem di xuleka 17'an de tomar kir.
Di xuleka 68'an de lîstikvanê taxima dijber O. Guçtekin bi kerta sor ji qadê hat derxistin.
Beriya ku maç bi dawî bibe Arda Usluoglu dîsa vegerya qadê û gola serkeftinê tomar kir.