DEM Partiyê li Mûşê derbarê pîrozbahiyên newrozê de daxuyani da

Platforma Saziyên Demokratîk a Muşê li avahiya bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) ya Muşê derbarê pîrozbahiyên newrozê yên li bajêr de daxuyaniyek da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Platforma Saziyên Demokratîk a Muşê li avahiya bajêr a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê ) ya Muşê derbarê pîrozbahiyên newrozê yên li bajêr de daxuyaniyek da.

Hevseroka şaxê bajarê Mûşê ya DEM Partiyê Çîçek Tutuş, derbarê pîrozbahiyên cejna newrozê yên li Mûşê de wiha got:

 

"Newroz Wê di 14'ê Adarê de li navçeya Kop (Bulanık) a Mûşê,

di 15'ê Adarê de jî li navenda bajarê Mûşê were pîrozkirin.

Bila hemû gelê me bi helwest, nasname û çanda xwe ya bi rûmet derkeve kolanan."

 

Hevseroka şaxê Mûşê yê DEM Partiyê Çîçek Tutuş axivî û bal kişand ser şerên ku pergala kapîtalîst li çaraliyê cîhanê bi armanca îstismarkirinê dimeşîne.

Çîçek Tutuş diyar kir ku perspektîfa Abdullah Ocalan, neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk dê bibe çareserî û wiha got:

 

 "Misogerkirina azadiya fîzîkî, şert û mercên xebata azad a Abdullah Ocalan ji bo mayîndetiya aştiyê berpirsiyariyeke dîrokî ye.

Ev daxwaz rojev û erkeke bingehîn e li pêşiya me, Îradeya gelan ji bo avakirina pêşerojeke hevpar xurt dike.

Hevseroka şaxê Mûşê yê DEM Partiyê Çîçek Tutuş di dawiyê de got:

"Îdeolojiya rizgariya jinan, bingeha têkoşîna azadiyê,

Bi gerdûnîbûna xwe ji bo mirovahiyê çavkaniya hêviyê ye "

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye