Yekem rûniştina doza Ekrem Îmamoglu dest pê kir

Îro yekem rûniştina doza Ekrem Îmamoglu li Girtîgeha Vekirî ya Marmarayê ya li Silivriyê dest pê kir. Di dema rûniştinê de di navbera Îmamoglû û heyeta dadgehê de rageşî derket.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ekrem İmamoğlu di doza "İBB"yê ya ku 402 bersûc tê de ne, îro li Silîvriyê derket pêşberî dadgehê.

Di destpêka rûniştinê de, di navbera heyeta dadgehê û parêzeran de nîqaş derket û şandeyê salon terikand.

Parêzerên Îmamoğlu ji bo heyeta dadgehê daxwaza redda hakim kirin.

Her wiha Dozger ji bo Îmamoğlu bi îdiaya "avakirina rêxistina sûc" heta 2.430 salan cezayê girtîgehê dixwaze.

Ji ber ku hejmara bersûcan zêde ye, îro biryareke dawî nayê hêvîkirin.

Rûniştin Wê heftê çar rojan heta dawiya nîsanê berdewam bike.

Her wiha lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Ekrem Îmamoglû, ku ji wezîfeya xwe ya Şaredarê Stenbolê hatibû dûrxistin, qediyaye.

Hat eşkerekirin ku di 11'ê Mijdara 2025'an de îdianameyeke 3 hezar û 809 rûpelî hatiye amadekirin.

Di îdianameyê de Ekrem Îmamoglû wekî "serokê rêxistinê" hatiye binavkirin.

 Bi ev sûcên ku li jêr rêzkiriye tê tawanbarkirin:

 

"Avakirina rêxistinekê ji bo armanckirina sûcan.

Bertîl, Şûştina pereyan.

Sextekarî li dijî sazî û rêxistinên giştî.

Tomarkirina daneyên kesane.

Bidestxistin û belavkirina daneyên kesane.

Veşartina delîlên sûc','Astengkirina ragihandinê.

Ekrem Îmamoglu ji ber 142 kiryarên cuda, Bi cezayê girtîgehê yê muhtemel

ji 828 sal û 2 mehan heta 2,352 salan tê tawanbarkirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye