Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk derbarê êrîşê de daxuyaniyek weşan.
Di daxuyaniyê de, QSD`ê diyar kir ku duh di saet 11:25`ê şevê de, çekdarên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê êrîşî xaleke wan li bajarokê Ebû Hemamê yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê kirin.
Li gorî daxuyaniyê, çekdaran ji aliyê din ê Çemê Feratê ve bi çekên bêkêsê êrîş pêk anîbûn.
Navendê da zanîn ku di encama êrîşê de, tu ziyanên canî çênebûn.
Navenda Rgihandina QSD`ê da xuyakirin ku hêzên wan yekser bersiva êrîşê dan û hemû tedbîrên pêwîst girtin da ku çeperên xwe ewle bikin û herêmê biparêzin.