Li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê di sala 2024’an de endamên Meclisa Dayikên Aştiyê xwestin li dijî êrîşên ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên girêdayî Herêma Federal a Kurdistanê 3 rojan nobedê bigirin.
Polîs û leşkerên ku êrîşî çalakiya nobedê kirin, 28 kes derb kir û binçav kir.
Piştî 2 salan tevî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û nuçêgihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş der heqê 28 kesan de, ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Silopiyayê bi îdîaya “berxwedana li dijî wezîfeyê, civîn û xwepêşandana ne qanûnî” îdîanama hate amadekirin.
Îdîaname ji aliyê Dageha Cezayê Giştî ya Silopiyayê ve hate qebûlkirin.
Danişîna ewil a dozê dê di 13’yê gulanê de bê lidarxistin.
Çi qewimî bû?
Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut, nûçegihana JINNEWS’ê Derya Ren û nûçegihanê Ajansa Welat Mahmût Altintaş, di 15’ê cotmeha 2024’an de li bajarokê Tilqebîn ê navçeya Silopiya ya Şirnexê dema çalakiya “Ji şer re na, niha aştî” ya Meclisa Dayikên Aştiyê dişopandin hatibûn derbkirin û binaçvkirin.
Di êrîşa leşker û polîsan de bêyî rojnamegeran, yek jê zarok 25 kes hatibûn binçavkirin.
Rojnamegerên ku bi îdîaya “berxwedana li dijî wezîfeyê, civîn û xwepêşandana ne qanûnî” hatibûn binçavkirin, piştî rojekê hatibûn berdan.