Partiya yekîtiya demokratîk a PYD’ê îro li navenda PYD civînek li dar xist.
Di civînê de xelkên bajarê hesekê, endam û rêvebirên PYD'ê amade bûn.
Endama desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yusif diyar kir ku wan di van 14 salan de sîstemeke serbixwe nexwestine û got: “ li gorî berjewendiyê xwe em kar û xebat dikin.”
Her wiha got ku beriya Ketina rêjîma Baasê wan serdana şamê kir yek ji daxwazên wan zimanê kurdî bidin qebûlkirin.
Her wiha got me di nava van 14 salan de me miletê xwe ji DAIŞ’ê parast.
lê heta niha xeteriya DAIŞê heye.
Foza Yusûf derbarê vekişîna hêzên QSD’ê ya ji Dêrezor û Reqayê de, wiha got:
“Eger DAIŞ li Dêrezor û Reqayê heba, Hesekê nedikarî rehet bûya.
Eger em ne li wê derê bana, wê roja destpêkê biketina Hesekê.
Li hemberî DAIŞ’ê Kurd, ereb û Suryanan li hev kir. Amanca şerê dawîyê ew bû ku kurd û Ereb li hember hev şer bikin.
Ya herî baş ew e ku em ê çawa vî agirî vemirînin. Erîşên Şêxmeqsud û Eşrefiyê pilanek bû. ”
Plan bû ku civînê 8'ê meha çileyê di navbera me û hikûmeta veguhêz de bihata lidarxistin, lê beriya civînê êrîşan dest pê kir.
Em hemû derfetên xwe ji bo parastina gelê xwe bi kar tînin.

