Êrîşek hewayî li parêzgeha babilê ya îraqê li ser heşdî şeebî hat kirin

Li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babil ya Iraqê ku ji sala 2014’an ve weke herêmek leşkerî hatiye ragihandin, hêzên Heşdî Şeebî hatine bombebaran kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li herêma Cerf Sexir ya ser bi parêzgeha Babilê êrişek hewayî pêkhatiye.

Li gorî agahiyan di encama êrişê de 2 endamên hêzên Heşdî Şeebî mirine û gelek jî birîndar bûne.

Heya niha nayê zanîn ev êriş ji aliyê kîjan hêz yan jî welat ve dijî Heşda Şeebî pêkhatiye.

Her wiha derbarê mijarê de heya niha ne Heşda Şeebî ne jî Hikumeta Îraqê ti daxuyaniyek fermî belav nekirine.

Êrişa dijî Heşdî Şeebî di demekê deye ku Îsraîl û Amerîkayê dijî Îranê êrişek mezin daye destpê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye