Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitry Medvedev, got:
"Aştîxwaz careke din rûyê xwe yê rastîn nîşan da.
Hemû danûstandinên bi Îranê re ji bilî perdekirinê tiştekî din nîne.
Kesî guman nedikir ku ev yek heye û bi rastî jî kesî nedixwest danûstandinê bike."
Cîgirê Serokê Konseya Ewlehiyê, ev tişt anî ziman:
"Pirs ev e kîjan alî wê sebir bike ku herî dirêj li benda dawiya bêrûmet a dijminê xwe bimîne.
Temenê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, tenê 249 sal e, lê Împeratoriya Farisî zêdetirî 2 hezar û 500 sal berê hatiye damezrandin.
Em ê bibînin ka di sedsala pêşî de, wê çi bibe."