Hejmara qurbaniyên Venezuelayê bû 4490 kes

Hejmara qurbaniyên herdu erdhêjên Venezuelayê, her ku diçe, bilindtir dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Roja Yekşemê hejmareke fermî ya nû ya qurbaniyên Venezuelayê hat weşandin. 

Hejmara miriyên 2 erdhejên wêranker ên ku beriya 2 hefteyan li Venezuelayê qewimîn, gihîştiye nêzîkî 4 hezar û 500 kesan.

Di posteke fermî ya hikûmeta Venezuelayê de li ser kanala Telegramê, hat diyarkirin ku di erdhejên 24’ê hezîranê de, 4 hezar û 490 kes mirine û 16 hezar û 740 kes jî birîndar bûne.

Her wiha hikûmetê di posta xwe de diyar kir ku zêdeyî 19 hezar û 500 kes, piştî erdhejan di kampan de dimînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye