Li Bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin hilbijartin

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo nîşandana serokên nû yên baroyan, hilbijartin çêbûn. Piştî civînên giştî yên baroyan ên ku di dawiya hefteyê de li gelek bajaran hatin lidarxistin, rêveberiyên nû yên ji bo serdema bê hatin diyarkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di hilbijartinên baroyan de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêvebiriyên nû hatin diyarkirin.

Li Rihayê, di 38`emîn Civata Giştî ya Asayî parêzer Serdîl Îzol ji sedî 46ê tevahî dengan bi dest xist û bû serokê nû yê Baroya Rihayê.

Her wiha di hilbijartina Baroya Amedê de jî Sertaç Bûlûttekîn bû Serokê nû yê Baroya Amedê û parêzer Metîn Tatar bû serokê Baroya Şirnexê.

Di hilbijartina Baroya Colemêrgê de, bi tevahî 170 deng hatin bikaranîn.

Parêzer Gulavi Seven bi 69 dengan bû seroka nû ya Baroya Colemêrgê.

Li Wanê jî Sinan Ozaras û li Êlihê, serokê niha Çakan hatin hilbijartin.

Li Dêrsimê, Parêzer Dîlan Torun, wek rêvebera baroyê hat destnîşankirin.

Serokê baroya Qersê serokê heyî Necat Yagcı bi 53 dengan ji nû ve hate hilbijartin.

Li Agiriyê serokê Baroyê yê niha Serdar Gunakın ji bo hilbijartinê namzetiya xwe nîşan neda.

Bi tevahî 277 deng hatin avêtin, 5 deng jî betal hatin hesibandin.

Piştî jimartina dengan, Tanju Ozturk 148 deng, Hasan Geriş jî 124 deng wergirt.

Serokên baroyan hat eşkerekirin

Li gelek bajarên Tirkiyê jî rêveberên baroyan hatin diyarkirin.

Li Enqereyê namzeta Koma Hiqûqnasên Çep ên Demokratîk (DSA) Elçin Ozge Şimşek Çaglayan bi 5,848 dengan wekî seroka baroyê hat hilbijartin.

Li Mêrdînê ji bo diyarkirina serok û rêveberiya nû hilbijartinek hate lidarxistin.

Di hilbijartinê de, serokê heyî Ahmet Duyan û Civan Ortaç namzet bûn, piştî jimartina dengan Duyan ji nû ve wekî serokê baroyê hate hilbijartin.

Di hilbijartinên Lijneya Giştî ya Asayî ya Baroya Mêrsînê yên 2026-2028an de, serokê niha Parêzer Gazî Ozdemîr bi ser ket û bû rêveber.

Di hilbijartinên Baroya Hatayê de, lîsteya Hatay Tut bi 861 dengan di rêza yekem de bi dawî bû.

Namzetê din, lîsteya Vedi Yucetaş, 416 deng wergirt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye