KURDPA: Îran 2 çalakvanên Kurd cezakirin û çalakvank jî girtin

Ji şerê Îsraîl-îranê ve pêla girtin, zext û binçavkirinê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bûye. Rêxistina Mafê mirovan Kurdpa'yê ragihand ku 2 çalakvanên kurd ji aliyê rêjîma Îranê ve hatin cezakirin û çalekvanek hatiye girtin û welatiyekî jî çarenûsa wî ne diyar e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komara Îslamî li rojhilatê Kurdistanê zext û binçavkirinê li dijî welatiyên Kudr roj bi roj Zêdetir dike.

Rêxistina Mafê Mirovan Kurdpa derbarê êriş û binpêkirinên rêjîma Îranê yên li Rojhilatê Kurdistanê  de daxuyaniyek da.

Kurdpa'yê eşkere kir ku di 31`ê tîrmehê de, 2 çalkvanên civaka sivîl ên Kurd Hîwa Emînî û Behmen Feyzî bi idîaya "propagandaya dijî dewletê"  ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine cezakirin.

Li gorî rêxistinê herdu welatyên kurd ku ji bajarê Seqzî yê Rojhilatê Kurdistanê ne, 5 meh cezyê girtiîgehê û 10 miliyon tîmen cezayê pere li wan hatine birîn.

Her wiha Kurdpa'yê  da zanîn ku li cihekî din jî welatiyê Kurd Rehman Eslanî yê 63 salî, di 29`ê tîrmehê de di encama êrîşeke li ser mala wî de ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatiye binçavkirin.

Rêxistinê dest nîşan kir ku Rehman Eslanî bê fermana dadwerî hatiye girtin û heta niha jî çarenûsa wî nediyare.

Di heman demê de Kurdpa'yê diyar kir ku çalakvan û wênekêş Mesûr Rehîmî yê Kurd 18 rojan girtî maye û piştire jî ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Mihabadê hatiye şandin.

Girtî rastî êşkenceyên tund tên

 

Rêxistinê daxuyakirin ku Mesûr Rehîmî yê 34 salî ku xelkê bajarê Mihabadê ye ji aliyê rêjîma Îranê ve,  êşkenceyek tund û dijwar a fîzîkî li wî  hatiye kirin. Her wiha Mesûr Rehîmî ji hevdîtina parêzer û malbatê bê par tê hiştin.

 

Zêdetirî 300 welatî û çalakvanên Kurd hatine binçavkirin

Piştî şerê îsraîl û îranê bi hincetên sîxurtî û dijberiya li dijî dewletê rejima Îranê zextên xwe yên li ser welatiyan û herî zêde jî li ser kurdan zêretir kiriye.

Ji şerê îran û îsraîlê ve li Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 300 welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ve bêyî fermana dadwerî hatine girtin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24