Li Sûriyeyê her diçe rewş xirabtir dibe, di bin navê mezhebî de zext û êrişên li ser pêkhate û baweriyên cuda zêdetir dibin.
Li Şamê hemwelatiyekî ji rêola şîe hat kuştin
Berî demekê şofêrekî şîe, deme ku li taxa Seyida Zeyneb ya girêdayî Şamê, li ser ereba xwe kar dikir, ji aliyê hin kesan ve hat revandin. Piştî demekê cinazeyê wî ciwanî hat dîtin.Ciwanê ku hatiye kuştin, ji bajarokê Zehra yê li gundewarê Helebê ye, lê ew bi salan li taxa Seyide Zeyneb dijiya.
Li Şamê malbetek şîe bi zorê ji mal hat derxistin
Di heman demê de jî, li bajarokê Hicîra ya li başûrê Şamê dikeve, komeke çekdar, piştî nîvê şevê, êrişî malbateke Şîe kirin, mal û milkên wan desteserkirin û ew bi zorê ji mal derxistin.
Li gor agahiyan, êrîşkaran ji malbetê re gotine: "Em Idlibî ne û em naxwezin malbetek Şîe di nav me de bijî."
Malbatê eşkere kir ku ji bo vegerîne mala xwe, serdana dezgehên ewlekariyê kirin, lê wan heta niha tu bersivek wernegirtiye.
Bi hênceta ku stran heram in êrîşî hunermedekî hat kirin
Li bajarê Babê jî, Komeke çekdar yê girêdayî hêzên Hikûmeta Demkî a Sûriyeyê, bi hênceta ku stran heram in, êrişî hunermendê bi navê Umer Xeyrî kirin. Porê wî kur kirin, nivîs li ser rûyê wî nivîsîn û ew neçar kirin ku stranan Ii ser desthilata Şamê bêje.
Du hunermedên Kurd hatin asteng kirin
Her wiha çekdarên hikûmeta Demkî, dema hunermendên kurd Welat û Mistefa Hecî Nasir ji Bêrûtê vedigeriyan, asteng kirin û alavên wan ên mûzîkê şikandin.
Her du hunermendan li Helebê gilî kirin, lê rayedarên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta veguhêz ya Sûriyê gefa girtinê li wan xwarin.