Komîteya koçberên Serêkaniyê hilbijartinên "Meclîsa Gel" red kir

Komîteya Koçberên Serêkaniyê hilbijartinên qaşo "Meclîsa Gel" ên li bajarê dagirkirî red kirin û diyar kirin ku ev hilbijartin ne rewa ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê ji sala 2019’an ve ji ber êrişên dagirkirinê ji warê xwe hatine koçberkirin.

Niha jî tevî ku Serêkaniyê gelê wê yê resin bi darê zorê jê hatiye derxstin, lê Hikumeta Veguhêz a Sûriyê qaşo hilbijartinên "Meclîsa Gel" li dar dixe.

Li hember wê Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyek nerazîbûn nîşan dan û van hewildanan red kirin .

"Hilbijartina mecilsa gel îradeya gelê Serêkaniyê îfade nake "

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em hilbijartinên ku li desthilata De Facto li bajar pêk tîne, red dikin. Ev hilbijartin ne rewa ne û di aliyê exlaqî û hiqûqî de neheqî ne. Di heman demê de îradeya niştecihên resen ên bajar îfade nakin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hilbijartin li gel guhertina demografîk a sîstematîk, bêparhiştina bi dehezaran ji şêniyên Serêkaniyê ji mafên xwe yê vegera li ser warê xwe.

Her wiha di daxuyaniyê de Koçberên Serêkaniyê dan zanîn ku ji sedî 85 niştecihên resen ên Serêkaniyê li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber in,  lewra ev hilbijartin ne edilane ye.

Hilbijartinên bi darê zorê binpêkirina mafê mirovan e

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çi hilbijartinên ku li gel dagirkerî û koçberiya bi darê zorê werin kirin, binpêkirina qanûnên mirovî yên navneteweyî ye .

Di daxuyaniyê de hate desntîşankirin ku çareseriya adilane û yekane ya doza Serêkaniyê pêkanîna Peymana 10’ê Adarê bi taybetî benda girêdayî vegera ewle ya koçberan e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên navneteweyî û aliyên têkildarî mafên mirovan hat kirin ku berpirsyarên xwe bi cih bînin.

Hêjayî bi bîrxistinê ku li gorî peymanên Cinêvê yên sala 1949’an, qedexe ye desthilata dagirker guhertinên demgorafîk an siyasî li herêmên dagirkirî pêk bîne.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye