Girtiya siyasî Nesîm Sîmyarî ji gireva birçîbûnê derket

Aktîvîsta civaka sivîl Nesîm Gulamî Sîmyarî ku ji bo balê bikişîne ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê dest bi greva birçîbûnê kiribû, piştî 10 rojan dawî li çalakiya xwe anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Aktivîsta civaka sivîl û girtiya siyasî Nesîm Gulamî Sîmyarî ya li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi nameyek diyar kir ku bi destek û daxwaza aktivîstên civaka sivîl û hevalên xwe dest ji greva xwe ya ku 10 rojan domiya, berdaye.

Daxuyanî li ser hesabê Instagramê yê Nesîm Sîmyarî hat weşandin, Nesîm tê de dibêje: “Min nameyên we yên ku bi hezkirin û hestên berpirsyariyê hatibûn nivîsandin, xwendin. Min we di dilê xwe de hîs kir."

'Hezkirin û nameyên we ez bi hêz kirim'

Nesîm Sîmyarî di berdewamiya nameya xwe de destnîşan kir ku wê li dijî bêdengî û bêdadiya di girtîgehê de dest bi gireva birçîbûnê kiribû û wiha lê zêde kir:

 "Êşa girtîgehê dema ku bêdadiya tê kirin û mirov tu muxatab nabîne, girantir dibe. Greva birçîbûnê ji ber vê dest pê kir; ji berteka li dijî bêdengiya tiştê ku divê asayî neyê dîtin.”

Nesîm da zanîn ku piştî dengê heval û hezkiriyên xwe bihsît, bihêztir bû û wiha domand:

“Girêdana we, bersiveke li dijî zulmê ye. Ez bawer dikim ku riya gihîştina edaleta ku Farîba heq dike, di helwest, destdayîna hev û şopandina hevpar de derbas dibe.”

'Dema ku ez bi we re bim, wê dengê me dîwaran derbas bike'

Nasim Sîmyarî di peyama xwe de tekez kir ku ji bilî jiyana xwe, tiştekî wê nebû ku feda kiriba û wiha bidawî kir:

"Ez niha dizanim ku dema ez bi we re me, dengê me ji nava dîwaran derbas dibe. Ji bo rêzdariya ji we re ez dest ji greva birçîbûnê berdidim.”

Nesîm Gulamî Sîmyarî kî ye?

Nesîm Gulamî Sîmyarî xwendekar û çalakvaneke civakî ya Îranî ye. Ew bi beşdarbûna xwe di xwepêşandanên femînîst û siyasî yên piştî şehîdxistina Jîna Emînî di sala 2022'an de tê nasîn.

Nesîm di 18'ê Gulana 2023'an de li Tehranê ji aliyê Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê ve hate girtin.

Ew bi tawanbariyên: "Civîn û komploya li dijî ewlehiya neteweyî, belavkirina propagandaya li dijî dewletê û

serhildan (îsyan) li dijî hikûmetê" hat tawanbarkirin.

Anha ew di Girtîgeha Evîn a navdar a Tehranê de ye û rastî gelek kiryarên tundiyê hatiye. Nesîm Sîmyarî di

12’ê Cotmehê de, li dijî betalkirina berdana girtiya xwedî baweriya Bahaî Farîba Kamalabadî, dest bi greva birçîbûnê kiribû. Di daxuyaniya xwe ya wê demê de wiha gotibû:

“Ez ji bo Farîba û bi hezaran girtiyên weke wê ketim greva birçîbûnê.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye