Di 27' Mijdarê1978'an de komeke ciwan derketin ser dika dîrokê û Partiya Karkerê Kurdistan damezrandin.
Bi boneya salvegera 47' emîn damezrandina PKK'ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê pîrozbahî hatin lidarxistin.
Li Parka Şehîd Zevîn Şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi coşeke mezin Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.
Şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê li qada newrozê kom bûn
Şêniyên bajarên Til Temir û Zirganê jî 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî li qada Newrozê ya naverasta bajarê Til Temirê pîroz kirin.
Yek ji rêveberên Hêzên Parastina Civakî yên Til Temirê Mihemed El Salim got ku avabûna PKK’ê xaleke veguherînê ya di dîroka gelan de ye.
Li hola Roj bi beşdariya bi sedan şêniyên bajarên Girkê Legê, Rimêlanê û gundewaran bi heman boneyê şahiyek lidarxistin.
Her wiha navnîşana pîrozbahiyên li Hesekê parka 4'ê Nîsanê bû.
PYD’ê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de axaftvanan diyar kirin ku têkoşîna PKK’ê û banga Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo azadiya tevahî mirovahiyê ye.
Li kantona Firatê navnîşana pîrozbahiyan Stadyuma Şehîd Bawer Agir bû
Bi dehezaran şêniyên kantona Firatê jî ji bo şahiyê berê xwe dan Stadyuma Şehîd Bawer Agir a bajarê Kobanê.
Berdevka Kongra Star a Kantona Firatê Xunav Xelîl diyar kir ku damezrandina PKK’ê ji bo gelên bindest, bi taybetî gelê Kurd vejînek bû.
Piştî axaftinan hunermedê Kurd Şerîf Omerî û komên din di şahiyê de bi stranên xwe tevlî coşa gel bûn.
Li Reqa û Tebqayê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin
Li Reqayê jî 27'ê Mijdarê cejina vejînê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer da zanîn ku bi saya PKK'ê gihaştine vê astê û wiha got: "Di hundirê wê de me karîbû şoreşeke bîrdozî, şoreşa jin, azadî, çand, perwerde û fêrkirinê ava bikin."
Şêniyên kantona Tebqayê, koçberên Efrîn û Şehbayê jî şahiyek li wargeha Werzîşê li dar xist û bi coşekî mezin Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kirin.