Mesrûr Barzanî: Êrîş ji aliyên Îran û hêzên girêdayî wî ve tên kirin

Di hevdîtineke televizyonî de serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku Başûrê Kurdistanê ne beşek ji wî şerê ku niha herêm girtiye ber xwe û hîç aliyek jî nikare fişarê li wan bike. Her wiha eşkere kir ku ew êrîşên têne ser Başûrê Kurdistanê, rasterast ji aliyê Îran û grûpên çekdar ên nêzîkî wan ve têne kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di demekê de ku Rojhilata Navîn di qonaxeke pir hestiyar û aloz de derbas dibe, Başûrê Kurdistanê li hember van nakokiyên hêzên heremî û navdewletî siyaseta tewazûnê ji xwe re esas digre.

Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevdîtineke taybet de ligel kanala El-Jazeera, peyameke zelal da hêzên heremî û cîhanî.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bakişand li ser parastina qewareya herêmê û dûrxistina wê ji her şerekî.

Serokê hikûmeta Başûr bi eşkere perde ji ser wan metirsiyên berdewam rakir ên ku rûbirûyî Başûrê Kurdistanê dibin û ragihand ku heta niha herêm bûye armanca zêdetirî hezar êrîşên mûşekî û dronan.

Mesrûr Barzanî, bi eşkereyî jêderên wan êrîşan eşkere kir û got:

“Hinek ji wan êrîşan rasterast ji Îranê têne, hinek jî ji navxwweyê Îraqê û ji aliyê hinek grûpên çekdar ên nêzî Îranê ve têne kirin.

Mesrûr Barzanî: Em naxwazin bibin beşek ji nakokiyan 

Lê tevî van guşaran, Hewlêrê her dem bijardeya aştiyê hilbijartiye.

Li ser asta peywendiyên ligel Bexdayê, Mesrûr Barzanî piştgiriya xwe ya tam ji bo gavên hikûmeta Îraqê diyar kir.

Bi taybetî di dosyeya sînordarkirina çekan tenê di destê hêzên fermî de, ku wekî sedemeke sereke ya pêkanîna îstîkrarê tê dîtin.

Serokê hikûmeta Başûrê Kurdistanê hemû gotegotên ku behsa peywendiyên ligel Îsraîlê dikin red kirin û ragihand ku dosyayên siyaseta derve tenê di desthilatên Bexdayê de ye.

Hewlêr di kontrolkirina çekan de piştgiriya Bexdayê dike 

Her wiha eşkere kir ku ev dema deh salan e hîç serbazekî Amerîkî di bingeha esmanî ya Herîr de nemaye.

Li ser asta navdewletî û herêmî, serokê hikûmetê asoyekî nû di peywendiyên dîplomatîk de nîşan da û got ku peywendiyên wan ligel Şam û Enqerê pir baş in.

Di dawiyê de, Mesrûr Barzanî teqez kir ku yekane armanca wan parastina ewlehiya xelkê Başûrê Kurdistanê ye û hîç aliyek nikare fişarê li wan bike bo çûna nav şerekî ku gelê Kurd ne beşek jê ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye