Mesrûr Barzanî: Parlamento ne milkê ti partî yan kesekî ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, der barê avakirina Hikûmeta herêmê de, ji rojnamevanan re got ku gava yekem di avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, ji nû ve çalakkirina parlamentoyê ye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Mesrûr Barzanî diyar kir ku çalaknekirina parlamentoyê heta niha, cihê mixabîniyê ye.

Her wiha destnîşan kir ku parlamento ne mal û milkê ti kes û partiyan e.

Barzanî got ku parlamento cihê gotûbêjkirinê ye û çiqasî cudahiyên nêrînan hebin jî, heke parlamento ji nû ve were çalakkirin, wê çaxê dê hevdîtinên pêwîst li ser avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin kirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku ev 18 meh in, tevî ku hilbijartin pêk hatine jî, lê li Başûrê Kurdistanê hikûmet heta niha nehatiye avakirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye