Almanya cezayê heta hetayê da çeteyekî DAIŞ'ê

Dadgeha Bilind a Herêmî ya Munchenê ya Almanyayê ji ber kolekirina du keçên Êzidî, cezayê heta hetayê da çeteyekî DAIŞ’ê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Piştî 62 rojan ji guhdarîkirina dozên qirkirinê, Dadgeha Bilind a Herêmî ya Munchenê ya Almanyayê der barê çeteyekî DAIŞ'ê de biryara cezayê heta hedayê da.

Ev çete ji Îraqê ye û hemwelatiyê Almanyayê ye jî.

Ev çete û hevjîna wî bi sûcên îstîsmara cinsî, kolekirina du keçên Êzidî û endamtiya rêxistina terorîsta a DAIŞ'ê hatin darizandin.

Dadgehê cezayê zindana heta hetayê li çeteyê 45 salî, Twana S. birî û 9 sal jî da hevjîna wî Asya R... a sih salî.

Twana S. her wiha bi gelek sûcên îstîsmara cinsî ya li dijî her du zarokan hat tawanbarkirin.

Tê îdîakirin ku hevbersûcê wî, ku niha 30 salî ye, alîkariya wî kiriye.

Tawan di nav xwe de qirkirin, sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer hebûn.

Ev doz li dijî tunekirina kêmneteweya olî ya civaka Êzidî ya DAIŞ’ê ye li Başûrê Kurdistanê, ku di sala 2014’an de dest pê kir.

Di êrîşa 2014’an de bi hezaran kes hatin kuştin, jin û zarok hatin revandin û wek kole hatin hesibandin.

Almanya van kiryaran wekî jenosîd nas dike.

Dozgeriya Federal her du bersûcan wekî beşek ji vê kampanyaya sîstematîk bi nav kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye