Hatina Ehmed Şera û rakirina cezayên dewletên Ewrûpî li dijî Sûriyê aboriya li welêt geş nekiriye.
Dolarê Amerîkî nêzîkî 13 hezar û 500 lîreyên Sûriyê tê kirîn.
Lîtreya mazotê nêzîkî 10 hezarî û lîtreya benzînê jî nêzîkî 15 lîreyên Sûriyê ye.
Kelûpelên li gorî nirxê sotemeniyê û dolarê biha nirxên wan tên diyarkirin.
Di her malbatekê de divê ji 4 heta 5 kesan bixebitin da ku karibin debara rojane peyda bikin.
Mûçeyên welatiyan dereng dimînin û hin sazî hene ev 6 meh mûçeyên xwe negirtine.
ji ber vê kirîza giran, rêjeya bêkariyê li serasnserî welêt gihaştiye asteke metirsîdar.
Lewma ev yekser bandoreke neyînî li qonaxa ciwnana dike.
Ji ber vê, ew berê xwe didin welatên cîhanê da ku derbara malbata xwe bikin û pêşerojeke xweş ji xwe re dabîn bikin.
Li bajarokê Til Hemîs û Holê gelek ciwan koçberî Libnanê dibin.
Ji ber ku bêkarî li wan herêman zêde bûye û êdî şênî nikarin debara jiyana xwe bikin.
Li gorî şêniyan, li wan herêman bêkarî serwer e, xizmetguzarî tune ye, ava vexwarinê û elektrîk her carê qut dibe.
Di aliyê tenduristiyê de jî kesek bi wan re nabe alîkar.
Lê belê, gihîştina Libnanê nayê wê wateyê ku êşa wan bi dawî dibe.
Gelek xort ji ber hejmara mezin a karkerên Sûrî di dîtina kar de zehmetiyan dikişînin.
Hin ji wan dema ku kar dibînin neçar dimînin ku di şert û mercên dijwar de bi mûçeyên kêm bixebitin.
Bi vî awayî, lêgerîna wan a jiyaneke çêtir dibe pirsgirêkek nû û li rêze qeyranên ku wan neçar kirin koçber bibin, zêde dike.
Dema ku welat ji hemû pêdiviyên sereke dimîn ew welat kes lê namîne.
Derketina ciwanan ji Sûriyê û koçberkirina wan nayê wateya xelasbûnê.
Berovajî vê, di rêça koçberiyê de dibe ku di nava avê de bixenqe, an jî li daristanan bimirin.
Tevî van zehmetiyan jî ciwanên Sûriyê vê rêçê ji mabûna wan li welêt baştir û guhetineke nû dibînin.
Gelo wê Hikûmet ji bo rê li ber girtina koçberiyê çareseriyan pêk bîne yan rewşa welatiyan paşguh kiriye?