7 sal di ser şehadeta Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef re derbas dibe

7 sal di ser şehadeta Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef re derbas bûn. Hevrîn Xelef ji destpêka şoreşa Rojava ve, ji bo xizmeta gelê Kurd û Sûriyê pêşengtî kir, lê li ser destê komên ser bi Tirkiyê ve di sala 2019`an de şehîd bû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef a ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê. Di cotmeha 2019`an de li ser riya M4 ya di navbera Reqa û Hesekê de ji aliyê hêzên girêdayî Tirkiyê ve hat şehîdxistin.

Gelek raporên dezgehên mafê mirovan gotin Hevrîn bi awayekî hovane hatibû şehîdxistin, her wiha di dîmenan de jî hovîtiya kujeran diyar bû.

Kesê bi navê Ehmed Îhsan Feyad Hayes ku bi navê "Ebû Hatim Şeqra" tê naskirin, berpisê şehîdxistina Hevrîn Xelef bû û hîna nehatiye darizandin.

Hevrîn yek ji wan jinan bû ku sînorên tiştên pêkan ji bo nifşê xwe berfireh kiribû.

Hebûna wê ya siyasî vê yekê dide xuyakirin ku naskirina fedakariyên jinan divê di warê mafên wan, beşdariya wan a di biryardanê de û misogerkirina ewlehiya wan de, nîşan bide.

"Şehîd Hevrîn dengê îrade û israra di aştî û yekîtiya neteweyî de bû"

Partiya Sûriya pêşerojê ya ku Hevrîn Xelef seroka wê bû diyar kir ku "şehîd Hevrîn Xelef ne tenê rêbereke siyasî ya demkî bû, lê ew niha jî sembola jinên Sûriyê yên têkoşer e".

Partiyê got ku Hevrîn "dengê îrade û israra di bangewaziya aştî û yekîtiya neteweyî de bû û bi tundî projeyên dagirkeriyê û perçebûnê red dikir".

Bûyera şehîdxistina Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef hêrseke mezin ne tenê di nav kurdan de, lê di nav hemû pêkhateyên herêmê de çêkir.

Kujerê Hevrîn Xelef nehatiye darizandin

Tevî peymana 29`ê çileyê ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û QSD`ê de.

Ku yek ji xalên sereke yê vê peymanê jî ew bû ku çi kesên sûcdar bên darizandin.

Tevî gelek daxwaz û bangên malbata Hevrîn û gelê herêmê jî.

Lê heya niha kesê bi navê Ebû Hatim Şeqra ti ceza lê nehatiye birîn.

Hemwextî salvegera Hevrîn Xelef, Ebû Hatim Şeqra postê Cîgirê Fermandarê Feyleqa Herêma Rojhilat li Artêşa Sûriyê digire ser xwe. Ew berê jî wekî fermandarê koma 86`an bû. Her wiha fermandar û damezrînerê koma "Ahrar Şerqiyê" bû.

Şeqra endamê DAIŞ'ê bû û Amerîkayê ew ceza nekir

Di sala 2021`ê de, wezareta gencîneya Amerîkayê cezayên aborî li ser vê komê û Ebû Hatim Şeqra sepandin.

Di vê çarçoveyê de li gelek deveran hat belgekirin ku "Ahrar Şerqiyê" binpêkirin li dijî sivîlan, bi taybetî Kurdên Sûriyê pêk anîne.

Di nav de jî kuştinên neyasayî, revandin, êşkence û desteserkirina milkên taybet.

Wezareta Xezîneyê tevlîkirina endamên berê yên DAIŞ`ê bo nava refên vê komê jî eşkere kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye