Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebru Gunay û Berdan Ozturk, der barê revandina Serokê Dewletê yê Venezûelayê Nicolas Maduro ji aliyê DYA'yê ve daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rageşî kûrtir dibe, pevçûn zêde dibin û pergala navneteweyî li deverên cuda yên cîhanê bi lez û bez têk diçe û mînaka herî dawî jî Venezûela ye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Ev destwerdana ku ji hêla Serokê DYA'yê Donald Trump ve hatiye fermankirin, binpêkirineke eşkere ya peymanên damezrîner ên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî ye, ev êriş nayê qebûlkirin, ji lew re li ser mafên serweriya neteweyekê ye û desteserkirina mafê gelan e ku bi rêyên demokratîk pêşeroja xwe diyar dikin. Nêzîkatiya ku welatek 'heta ku rêveberiya xwestî were avakirin ji hêla hêzên biyanî ve were rêvebirin' ne tenê ji bo Venezûelayê lê ji bo tevahiya cîhanê deriyekî pir xeternak vedike. Daxuyaniya ku serdestiya leşkerî dikare were bikaranîn da ku hilbijartinên siyasî ferz bike û îradeya gel were tepeserkirin, gefek eşkere ye û ragihandina bêpîvaniyê ye li ser asta gerdûnî. Ev helwest nîşan dide ku saziyên navneteweyî, mekanîzmayên piralî û normên hiqûqî yên hevpar bi zanebûnî hatine astengkirin.
Çavkaniyên enerjî, xwezayî û bin erdê yên Venezûelayê milkê hevpar û rewa yê gelê wê ne, ne yê têkoşînên desthilatdariyê yên cîhanî ne. Her wiha em hişyar dikin ku valahiya desthilatdariyê û aloziya ku ji ber destwerdanên leşkerî yên bi vî rengî çêdibe, wekî ku ezmûna dîrokî nîşan daye, ji bo gel bêtir wêraniyê tîne, ne aştiyê. Neçalakkirina saziyên dewletê û avahiyên rêveberiyê li Venezûelayê xetereya veguherandina herêmê ji bo qadeke bêkontrol û serdestiyê ji bo kartelên narkotîkê yên cîhanî û sûcên rêxistinkirî dike. Ev rewş dê pirsgirêkeke ewlehiyê ya kûr biafirîne ku ne tenê gelê Venezûelayê, lê tevahiya herêmê tehdît dike, sînoran derbas dike.
Ji aliyekî din ve, berpirsiyariya krîza siyasî ya demdirêj a Venezûelayê nikare tenê bi destwerdanên derve ve were girêdan. Binpêkirinên mafên mirovan ên rêveberiya Maduro, tepeserkirina muxalefetê û pêkanînên ku qada siyasî ya demokratîk sînordar dikin jî welat xistine nav bêçarebûnek kûr. Lêbelê, çareseriya van pirsgirêkan ne operasyonên leşkerî, dorpêçkirin an guhertinên hikûmetê yên ji hêla derve ve têne ferzkirin in. Li Venezûelayê aramiya mayînde û serfirazî ne bi pratîkên otorîter û ne jî bi destwerdanên leşkerî yên navneteweyî dikare were bidestxistin. Çareserî di rêzgirtina îradeya demokratîk a gelê Venezûelayê de ye, garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, avakirina serweriya hiqûqê û vekirina rê li ber pêvajoyeke siyasî ya aştîxwaz û berfireh. Gelên ku bi hêviya aştî, edalet û wekheviyê ketine sedsala 21'ê, îdiaya desthilatdaran a serdestiya cîhanê qebûl nakin û wê qebûl nekin. Wekî DEM Partî, em bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku em di mafê wan ê demokrasî, azadî û jiyaneke birûmet de li kêleka gelê Venezûelayê ne; û em li dijî her şêwe destwerdana emperyalîst, gefên leşkerî û bêhiqûqiyê ne."