Serokê CHP'ê: Em dixwazin bi Kurdan re cîrantiyê bikin

Serokê Giştî yê CHP'yê Ozgur Ozel diyar kir ku aramiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji bo Tirkiyê jî garantiyeke mezin e û got, “Em dixwazin li sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birantiye bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê di dema gotûbêjên budceya 2026'an de axivî.

Ozel di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê û rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê kir.

Ozel diyar kir ku ew dê di çarçoveya pêvajoyê de bi biryardarî bixebitin û piştgiriya xwe ya ji bo Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê bidomînin.

"Em biratî û aştiya Tirk û Kurdan diparêzin"

Serokê CHP'ê anî zimên ku ew dê hewl bidin hêviya aştiyê nebe qurbana berjewendiyên hinekan û dibêje:

“Em wekî CHP'yê li dijî qeyûman derdikevin, em dixwazin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn. Bila biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn werin bicihanîn. Em li Tirkiyê biratî û aştiya Tirk û Kurdan diparêzin.”

"Em dixwazin Kurd bibin xwedî garantiya destûrî"

Ozgur Ozel di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî û anî ziman ku ew dixwazin hemû pêkhateyên li wî welatî bibin xwedî garantiya destûrî.

Ozel wiha got, “Em dixwazin Kurd, Ereb, Durzî û Tirkmenên li Sûriyê bibin xwedî garantiya destûrî.

Hebûna demokratîk, aştî û aramiya Kurdên Sûriyê ji bo Tirkiyê garantiyeke mezin e. Em dixwazin li ser sînorê xwe bi birayên xwe re cîrantiyeke birayane bikin.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye