Mazlûm Ebdî: DAIŞ xwe ji nû ve birêxistin dike"

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, di hevdîtineke xwe de li ser rewşa Sûriyê bi giştî nirxandin kir. Fermandarê Giştî yê QSD`ê ji bo vegera koçberan da zanîn ku planeke taybet hatiye amadekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildar xebat tên meşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, di hevpeyvîneke xwe ya li gel Aryen TV`yê de bal kişand ser tevgerên DAIŞ`ê û got: "Bûyera Tedmurê nîşan da ku DAIŞ hîna jî heye û xwe ji nû ve birêxistin dike."

Fermandarê Giştî yê QSD`ê da zanîn ku pêşinyar hatiye kirin ku li dijî DAIŞ`ê bi koordînasyona rêveberiya Şamê, koalîsyona navneteweyî û QSD’ê hêzek leşkerî ya hevpar bê avakirin. 

Ebdî: Hinek kom hene çareseriyê naxwazin

Her wiha Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku hê jî tê xwestin Sûriyê ji aliyê komekê ve were birêvebirin û da zanîn ku di nav rêveberiya Şamê de hin komên ku naxwazin çareserî pêk were hene û bi taybet komên ku berê bi Tirkiyeyê re xebitîne.

Mazlûm Ebdî: Hevdîtin bi Şamê re didomin

Ebdî bal kişand ser komkujiyên li dijî Durzî û Elewiyan û got: "Hevdîtin hene, lê pêşketin nîne."

Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku diyalogên bi rayedarên hikûmeta Şamê re didomin û destnîşan kir ku hem Artêş û hem jî Wezareta Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di vê pêvajoyê de cih girtine.

Pêkanîna peymana 10'ê Adarê di rojevê de ye

Di heman demê de li ser pêkhatina Peymana 10`ê Adarê ya heta dawiya salê nîqaş hat kirin; Ebdî da zanîn ku ev yek nayê wateya ku her tişt wê di vê dîrokê de bidawî bibe.

Ebdî got ku di nav Wezareta Parastinê de em dixwazin bi hev re artêşeke nû ji bo Sûriyê ava bikin û da zanîn ku divê QSD`ê di vê avahiyê de roleke girîng bilîze.

Ebdî: Destketiyên jinan ji bo me xeta sor e"

Her wiha Fermandarê Giştî yê QSD`ê destnîşan kir ku artêşbûna jin di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û di qada civakî de roleke girîng dilîze û got: "Pêşniyara QSD’ê ewe ku YPJ’ê weke tabûreke xweser di nava artêşa Sûriyeyê de xwe birêxistin bike. Destketiyên jinan ji bo me xeta sore."

Mazlûm Ebdî: Sala nû destpêkeke nû ye

Herî dawî Mazlûm Ebdî ji bo sala nû got ku sala 2026`an dê ji bo wan destpêkeke nû be, hewldan wê bikevin pratîkê û serkeftinên girîng bên bidestxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye