Li Agiriyê 16 koçber hatin girtin

Li Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, di barhilgerekê de qaçaxçiyekî koçberan û 16 koçber hatin girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên ewlehiyê li bajarê Agiriyê barhilgirek rawestandin û di barhilgirê de lêgerîn kirin.

Di dema lêgerîna barhilgirê de 16 koçber hatin girtin û ew birin Navenda Vegerandinê ya Agiriyê.

Hêzên ewlehiyê bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan kesê bi navê E.Z. desteser kir û piştî îfadeyê, ew bir Dadgeha Agiriyê.

Dadgehê jî di derbarê E.Z. de biryara girtinê da.

Li gorî agahiyan, tîmên Şaxa Qaçaxçitiya Koçberan a Birêvebiriya Ewlehiyê di çarçoveya xebatên astengkirina qaçaxçitiya koçberan de xebatên xwe didomîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye